بطل فلم وادي الدئاب

Saturday, November 23, 2013

Îdîa: Yeşil, li Swîsrê dijî ! 2013


Rizgarî Online / Îtîrafkarê PKK-ê Adil Timurtaş, di îfadeyên xwe yên klasorên qertaf yên di îdîanameyên Ergenekonê de, îdîa dike ku ji Mahmut Yıldırım-ê wek ’Yeşil’ tê naskirin, 6-7 caran mesaj girtiye.

Serokê Daîreya Kontrteror yê berê Mehmet Eymür, dabû xwuyakirin, ji ber ku piştî qezaya Susurluk-ê tu xeber jê nehatibû girtin, ’Yeşil’ hatiye kuştin. Lê, Timurtaş, îdîa dike ku ewî piştî daxwuyaniya Eymur, ji Yeşil 6-7 caran mesaj girtiye. Yeşil, di mesajên xwe yên ku di salên 2002 û 2003an de, ji Timurtaş re şandiye, dibêje: “Sibê qendîl e, araqê venexwe kekê min. Tu ji bejayiyan daketî deştê, li xwe baş binêre birê min. Rîko (sakalli), xoce.“

Adil Timurtaş, di îfadeyên xwe de dibêje, dema li nimareya mesaj jê re hatî şandin mêzekiriye, lê hay bûye ku nimareya Swîsreyê ye. Lê, piştî sala 2003an xeber jê negirtiye.

Timurtaş, di îfadeyên xwe de li ser albayê girtî Cemal Temizöz û Şaredarê Berê yê Cizîrê Kamil Atak jî agahiyan dide.

Dibêje: Temizöz, Atak da hilbijartin û kesên ku li dij berjewendiyên xwe didîtin û endamên rêxistinê dikuştin û dûre diavêtin bîrê asît yên Botaş-ê.
Timurtaş, herweha di îfadeyên xwe de cîh dide fealiyetên damezrênerê JITEM-ê bînbaşî Ahmet Cem Ersever yên li herêmê û cînayetên ku kirine.
Share:

0 commentaires:

Post a Comment

Popular Posts

ما هو افضل مسلسل لسنة 2020 ؟
مسلسل الهندي مملكة الحب
مسلسل تركي الحفرة
مسلسل وادي الذئاب
Created with Quiz Maker

Blog Archive

Pages

Theme Support